Visit Official Kubuntu Website

Kubuntu Intrepid ku

From Kubuntuguide


Contents

Pêşgotin

Derbarê Intrepid

  • Kubuntu 8.10; 30 Cotmeh 2008'an de derket.
  • Navê wê Intrepid Ibex e û cigirê Kubuntu 8.04 LTS Hardy Heron (Hardy+1) e.
  • Armanca wê pêş dana performasa sermasê, dirbên nû û gihîştina torê hesantir kirin e.

Çawa bizanin hûn kîjan guhartoya Kubuntu bikar tînin

Wê fermanê bikar bînin:

lsb_release -a

Çawa zêdetir agahî der barê pergalê de hîmbin

Fermanên jêr de yekê bikar bînin:

Guhartoya Kernel

 uname -r

Agahîya makînê

 uname -m

Guhartoyên Kubuntu yên nû

  • Kubuntu şeş mehan carekê guhartoyê nû dike
  • Ew guharto mehên Nîsan û Cotmehê de diderkevin
  • Guhartoya nû Nîsan 2009'an de wê biderkeve û navê wê Kubuntu 9.04 (Jaunty Jackelope) Intrepid+1 be.

Agahiyên Giştî

  • Kubuntuguide (rêberê Kubuntu) ne fermî ye
Nivîsên mîna wê nav cihên gewr (boz) de binivîsin nav Konsol/Termînal de (K -> Sepan -> Pergal -> Terminal(Konsol)).
  • 'sudo' wekî rêveber dişixulîne (wextê bername bên sazkirin an jî pergalê de tiştek bê guherandin). Mînak:
sudo bash
  • 'kdesudo' divê bê karandin şûna 'sudo' wextê bername yên grafikî jê termînal de tên vekirin. Mînak:
kdesudo kate /etc/apt/sources.list
  • Fermana "man" ji bo alîkarî jê rûpelên rêber hilgirtin tê karandin. Mînak: "man sudo" wê rûpelên rêber ji bo fermana "sudo" nîşan bide. Mînak:
man sudo
  • Wek "apt-get" û "aptitude" rêyên lez in ji bo sazkirina bername/pakêt an, hûn dikarin jê Adept Rêveberê Pakêtan, rêyekê GUI grafikî bername/pakêt an saz bikin. Hema hema hemû bername/pakêt ên ji 'apt-get install' heyî ji Adept Rêveberê Pakêtan jî hene. Li wê rêberê, cihê hûn
sudo apt-get install pakêt/bername

bibînin, hûn dikarin wê pakêt/bername yê ji Adept lêgerin û wisa saz bikin.

  • "K" tê wate ya bişkovka jêr milê rastê, wekî bişkovka Start (Destpêk, Başlat) yê Microsoft Windows® ê ye.
  • Heke hûn guherto ya 64-bit bi kar tînin, "i386" yan bi "amd64" ve biguherînin.

Bilind kirina Hardy ji Intrepid re

Heke hûn guherto ya kevin bi kar tînin, hûn dikarin ji Intrepid re bilind bikin. Lê sazkirina nû tê salixdan ku ji ber ku sermase ya KDE 3.5 yê Hardy û sermase ya KDE 4 yê Intrepid bi temamî ji hev cuda ne. Dîsa jî, bilind kirin ji Adept pêkan e.

An jî, wê fermanê bikarînin:

kdesu "adept_manager --dist-upgrade-devel"

Kubuntu Pakêt Saz kirin û Rojane kirin

Ew rêber ji bo saz kirina pakêt/bername yan bi fermanan re ye. Destpêka Termînal:
K -> Sepan -> Pergal -> Termînal
  • Sazkirina pakêtan:
sudo apt-get install navêpakêtê
  • Mînak:
sudo apt-get install mpd sbackup
  • Rakirina pakêtan:
sudo apt-get remove navêpakêtê
  • Ji bo rakirina hemû gerînendeyê pakêtan:
sudo apt-get autoremove
  • Mînak:
sudo apt-get remove mpd sbackup
  • Lêgerîna pakêtan:
sudo apt-cache search <peyvênmifte>
  • Mînak:
sudo apt-cache search Music MP3
sudo apt-cache search "Text Editor "
  • Bilind kirina pakêtan:
sudo apt-get upgrade
  • Bilind kirina guherto yê (wek ji Gutsy yê ji Hardy re):
sudo apt-get dist-upgrade

Sazkirina pakêtên .deb

Pakêtên Debian (.deb) bi Ubuntu/Kubuntu re tên karandin. Hûn dikarin hemû pelên .deb yên pakêtan nav pergala xwe de saz bikin. Ew rêber ji bo saz kirina bi Termînal(Konsol) re ye.

  • Saz kirina pakêtên daxistî yên Debian (Ubuntu/Kubuntu), (.deb):
sudo dpkg -i navêpakêtê.deb
  • Rakirina pakêtên Debian (Ubuntu/Kubuntu), (.deb):
sudo dpkg -r navêpakêtê
  • Mîheng kirin/Selih kirina pakêtên saz kirî yên Debian (Ubuntu/Kubuntu), (.deb):
sudo dpkg-reconfigure navêpakêtê
*Mînak:
sudo dpkg-reconfigure mpd

Bikaranîna pelên bi (Tar/GZip) û (Tar/Bzip2) re hatina şidandin

(Tar/GZip) peldankên bi ".tar.gz" re xelas dibin û (Tar/Bzip2) peldankên bi ".tar.bz2" re xelas dibin. Bzip2 nûtir e, û metodekê çêtir e. Ew pel/peldank an hûn dikarin bi ser de rast reqandin ve bi kar bînin (bi Konqueror û Dolphin re). Ew rêber ji bo rêza ferman ji Termînal (Konsol) re ye.

  • Ji bo derxistina pelan:
tar xvf navêpakêtê.tar.gz

Agahî: 'tar' bername ya derxistina pelan jê arşîv de ye.

-x ji bo derxistin ê ye.
-v ji bo rêz kirina pelên derketî ye.
-f ji bo sînordar kirina pelê ye.
  • Derxistina pelên ".gz"
gunzip pel.gz
  • Derxistina pelên ".bz2"
bunzip2 pel.bz2
  • Ji bo arşîv kirina .gz:
tar cvfz navêpeldankê.tar.gz folder
  • Ji bo arşîv kirina .bz2:
tar cvfj packagename.tar.bz2 folder

Sazkirina bername/pakêt jê çavkanî yê

  • Baş bizanin ku hûn xwedî hemû amûrên rêveber in (wek; library, compiler, header):
sudo apt-get install build-essential
sudo apt-get install linux-headers-`uname -r`
  • Arşîva pela çavkanî yê bi vekin bi derxin:
tar xvf arşîvapelaçavkanîyê.tar.gz
  • Herin cihê pela çavkanî yê hatî ye derxistin (cd), mîheng bikin û saz bikin:
cd /rê/ya/pelên/çavkanî
./configure
make
sudo make install
Heke ./configure bêje ku tu nikarî wê pelê bimeşînî (permission denied), fermana jêr binivîsin:
sudo chmod +x configure

Aptitude

Aptitude rêveberê pakêtan/bername yan ji bo termînalê ye. Şûna apt-get tê karandin. Ji bo bi kar anîna Aptitude, apt-get bi aptitude re guherînin. Mînak:

sudo aptitude install navêpakêtê
sudo aptitude remove navêpakêtê
sudo aptitude update
sudo aptitude upgrade